Kurdên Êzdî, li hemû cihên ku lê dîjîn û li Baedrê cejna olî ya 'Gera Tawûs' bi beşdariyeke mezin pîroz kirin.
Cejna 'Gera Tawûs' ku wek kevneşopî, her sal bi merasîmên olî tê pîrozkirin, li gund û komelgehên Êzidiyan birêve çû û qonaxa dawî jî li navçeya Baederê bû.
Li gorî baweriya Êzdîtiyê di vê cejna ku wek 'Roja lêborînê' tê dîtin de, dema 'Gera Tawûs' tê gund, her kes pêşwaziyê lê dike û ew roj dibe sembola lêborînê.
Xelkê Baedrê bi tawe û bexûr, cilûbergên spî, lêdana def û şebabe û mûzîka olî pêşwazî li 'Gera Tawûs' kirin.
Xalid Nermo: Handera aştiya civakî
Rewşenbîrê Baedrê Xalid Nermo di derbarê cejnê de ji K24ê re got: “Ev Gera Tawûs, li gorî dap û nerîtên bi hezaran salan, li tevaya gundê Êzidiyan û li derdora Mûsilê, devera Şêxanê û devera Duhokê, gund bi gund digere. Merasîm bi hîma û sembolên ayînî tê gerandin. Ev merasîm bûye handerek ji bo aştiya civakî ya nav gel.”
Ji aliyekî ve merasîmeke olî ya kevnar e, ji aliyê din ve jî sembola kombûna gundî, nas, dost û cîranan e. Di heman demê de ev roj di navbera gundiyan de, ji bo hevhezkirin, lêborîn, yekîtî û hevgirtinê dibe derfeteke mezin.
Cejn li Baedrêya paytexta Êzdîtiyê bi dawî dibe
Kabanîya cejnê Dayê Fato jî di derbarê cejnê de da zanîn ku ev çend salin ev ger nehatiye kirin û got: "Lê belê îsal derfet hatin dabînkirin û cejn hate pîrozkirin. Ji ber vê yekê em pir dilxweş in. Em zadê xwe tînin û hemû tên şîvê dixwin. Her kesên ji hev xeyidî lihev tên. Di serdemên berê de, li herêmên Êzidiyan heft tawûs li heft qonaxan digeriyan û piştre jî cejn, li Baedrêya paytexta Êzdiyan û wargeha mîra dihate bidawîkirin."