Koçberî û penaberiya Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê û metirsiya nemana wan li wê deverê yek ji pirsên ku li ser asta gelê Kurd li welat û derve tê behskirin. Bi sedema şer û pevçûnan û hebûna gefên hêzên tundrew, herwiha rewşa aloz li Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, hebûna Kurdên Êzidî li wê herêmê, di metirsiyeke cidî de ye.
Li gorî hinek amaran, sala 2007an hejmara Kurdên Êzidî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 15 hezar kesan bû, lê bi sedema krîza Sûriyê, di nav de jî herêmên kurdnişîn, ew hejmar daketiye kêmtir ji 5 hezar kesî.
Bi sedema rewşa ku li Herêma Efrînê jî heye, 70% ji Kurdên Êzidî li wê herêmê nemane, piraniya wan penaberî Ewropayê bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê, bêhtirî 100 gundên Kurdên Êzidî hene. Ji wan, nêzîkî 56 gundan li Herêma Cizîrê û bêhtirî 45 gundan, li Herêma Efrînê hene.
Li Cizîrê, Kurdên Êzidî ku hejmara wan derdora 4 hezar kesî bû, li gelek deveran bicih bûne, ji wan jî: Gundê Cerahê yê ser bi bajarê Tirbe Spiyê, ku 90% ji Kurdên Êzidî ji gundê xwe derketine derveyî welat.
Li Dirêcîkê jî, ku mezintirîn gundê Kurdên Êzidî bû, berê 100 mal hebûn, lê niha tenê 10 mal mane.
Herwiha li derdora Tirbe Spiyê, gundên: Alareşê, Qitilcê, Til Hanûn, Mizgeftê û Til Xatûnkê, yên Kurdên Êzidî ne.
Li Hesekê û Amûdê û gundewarên wan: Xirbet Xidir, Til Tewîl, Tolko, Zêdiyê, Til Têr, Girê Reş, Mehmûdiyê, Xirbê Dîlan, Merkebê, Kerengo, Dugirê, Çetelê û gelek gundên din.
Li Serê Kaniyê: Esediyê, Til Sexir, Til Bêder, Can Temir, Til Xenzîr, Lezge.
Li Herêma Efrînê jî, piraniya Kurdên Êzidî li deverên: Erşqîbarê, Iskan, Remadiyê, Dîwanê, Comikê, Cindirêsê, Basofanê û gelek deverên din bicih bûne.
Hejmarek ji Kurdên Êzidî li Şam, Heleb, Hims û Hemayê jî hebûn, lê niha piraniya wan koçber û penaber bûne.
Rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi giştî û rewşa Kurdên Êzidî bi taybetî ketiye jêr bandora krîza Sûriyê. Ji ber vê sedemê jî, piraniya wan kober û penaber bûne. Bi awayekî balkêş hejmara Kurdên Êzidî jî li Ewropayê zêde bûye.