Kurdên Êzidî li gundê Kîwexê yê navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Cejna Çarşema Sor (Cejna Serê Salê) pîroz kir.
Cejna Serê Salê yek ji cejnên herî diyar ên Kurdên Êzidî ye û her sal destpêka meha nîsanê Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe pîroz dikin.
Li gundê Kîwexê, wekî salên borî îsal jî gelek Êzidî ji Hezex û navçeya Midyadê ya Mêrdînê û her wiha ji Ewropayê beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Gelek geştyar çûn Kîwexê
Her wiha ji bo şahidiya Cejna Çarşema Sor gelek geştyar çûn wî gundî, pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir û wan rojeke xweş jî derbas kir.
Li gorî Êzdayetiyê, Melekê Tawis afirandina gerdûnê çarşema ewil a meha nîsanê xilas kiriye.
Ji ber wê ye her sal çarşema ewil a nîsanê wekî cejn bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Pîr Rêwaz got, "Maneya Çarşema Sor ew e ku kulîlkên nîsanê û nexşên biharê têne rengkirin. Çarşema serê nîsanê ji sersala miletê Êzidî ye."
Kurdên Êzidî salên 90î koçber bûn
Ji ber alozî û pevçûnên salên 90î ji Kîwexê û bi dehan gundên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Rihayê nêzîkî 200 hezar Kurdên Êzidî gundên xwe terk kirin û çûn Ewropayê.
Ev ew in ku ji bo Cejna Çarşema Sor ji xerîbiyê vegeriyane, li axa bav û kalên xwe Cejna Serê Salê pîroz dikin.
“Em mecbûr in cejna xwe xweş bikin”
Hezo Çelîk got, "Eyda me ya mezin e û salê carekê ye. Em mecbûr in xweş bikin."
Şehla Dexilê jî got, "Ev hêkên kelandî û hatine nexşandin in. Maneya wê hemû rengên heyatê ne."
Jiyan Naiyê jî got, “Ji me Êzdiyan re çarşema ewil a nîsanê serê sala me ye.
Ji ber wê hêk jî di şiklê erdê de ye. Erd çawa dixemile em jî hêkan wisa reng bi reng dikin."
“Me çand û zimanê xwe ji bîr nekiriye”
Nûrê Eşîriyê jî diyar kir ku ew der ji bo wan pîroz e û got, “Em bi eslê xwe ji vir in. 200 sal in em çûne Rûsyayê lê me dîsa jî çand û zimanê xwe ji bîr nekiriye."
Fiyet Koyûn jî wiha behsa hestên xwe kir, "Em gelek kêfxweş in. Mêvanên ku hatine ser seran ser çavan. Em ji Almanya hatine, ev jî gundê me ye."
Mehbûsa Varliyê got, “Cejna Êzdîxanê li Kurdistanê pîroz be.”
Nazê Elyasê jî bal kişand li ser Kurdên Êzidî yên hatine revandin û got, “Ez ji Xwedê hêvî dikim keçik û jinên me zû ji destê wan kafiran azad bibin.”
Welatî Zorav Berşe jî got, “Em ji bajarê Herfordê yê Almanya hatine.
Navê min Zarov Evdoyê Rizgo ye. 35 sal in em çûne Almanyayê. Jiyana me li Almanya derbas dibe.
Em vegeriyane warê bav û kalan wekî her sal.”
“Ez tifaqiyê dixwazim”
Nefiya Berşeyê jî da zanîn ew Em ji Almanya hatiye û got, “Ez ji hemû miletê me re tifaqiyê dixwazim."
Li gundê Kîwexê, xelk di çarçoveya cejnê de demjimêrên sibehê li goristana gund civiya û piştre hêkên rengîn û xwarin pêşkêşî ji mêvanan kir.
Di pîrozbahiya cejnê de ku cîl û bergên rengîn hatin lixwekirin dîmenên bedew derxistin holê.
Çarşema Sor her sal çarşema sêyemîn a meha nîsanê tê pîrozkirin.
Êzidî di cejnê de cihên pîroz, goristan û perestgehan ziyaret dikin. Xelk piştî pîrozbahiyên bi girseyî malbatan ziyaret dike.