Kurdên Hambûrgê Newroz pîroz kirin

Bi hilkefta pîrozbahiya Cejna Newrozê kurd û dostên wan li Hambûrgê, roja 23ê Adara 2018an Newroz pîroz kir. Li ser navê Platforma Kurdên li Hamburgê M. Ali Yildirim axivî:

"Xwişk û Birayên Delal,

Hevalên Hêja û Mevanên Giranbuha!

Hûn hemû bi xêr hatin û ser çawan, ez bi navê Platforuma Kurdên li Hamburgê, bi dil û can Newroza wê, Newroza me, Newroza her çar perçeyên Kurdistanê piroz dikim.

Îro dilê me bi gelê me yê li Efrîn, Qamişlo, Mahabad,Kermanşa, Hewler, Amed, Soran Behdinan, Botanê re û bi hemû perçeyên Kurdistanê re ye.

Hevalen hêja û xwişk û birayên delal,

Em îşev gelek kêfxweş in û dilxweş in ku gelek mevanên ezîz, mêvanên Giranbuha

di nav me de ne û bi me re Newroza me pîroz dikin.

Mînak: Gelek partiyên Elmanan, weke CDU,SPD, GAL/Grüne, û Linkspartei  û gelek şaxsiyetên din jî, bi şexs û bi mesajên xwe şeva me zengîn dikin û moraleke bilind didine me.

Newroz hêvî ye, vejîn e, ji nuh ve jiyan e, mizgîniya rojên xweş e. Ne qetlîam, ne kuştin, bi hemû çek û leşkerên xwe ve ew ên welatê me dagir kirine, wê tu carî nikaribin gelê Kurdistanê ji daxwaz û hêviya wî ya welateke azad û jiyaneke bextewar dûr bixe.

Mêvanên bi rûmet, dost û hevalên hêja,

Gelê Kurdistanê gelek caran di rewşên pir dijwar û xerab de Newrozên xwe pîroz kirine.

Û gelek caran mirin û jiyanê, xweşî û nexweşiyan  bi hevdu re li deriyê me xistine.

Lê ji ber ku Newroz roja nû ye, mizgîniya ronahiye ye, destpêka hêvî û azadiyê ye, me her Newroza xwe pîroz kiriye.

Îro jî ligel hemû xem û êş û birînên xwe em Newroza xwe pîroz dikin.

Dagirkirina Kerkûk û Efrînê, nîşana vê yekê ye ku hîna jî dawî li Dehaqan nehatiye.Hîna jî xêrnexwazên miletê kurd, dixwazin bi zilm û zordariyan ,bi neheqî û qetlîaman rê li ber azadiya me bigirin. Dixwazin destkeftiyên gelê me yên heyî ji holê rakin.

Baş e, ma me çi kiriye ku em tûşî evqas neheqiyan dibin? Ma gelo gunehê me çi ye?

Na xwişk û birayên delal…

Ne bapîrên me, ne me, tiştekî ku em jê şerm bikin, me tiştekî xerab nekiriye.

Em bi dilsozî, bi fedekarî, bi niyeteke paqij, bi hestên netewî li doza azadî, rizgarî û serxwebûna welat û miletê  xwe derdikevin. Heger ev xerabî be; bila ev xerabî bibe para me.

Lê yên ji van qetlîam û êrîş û kuştin û neheqiyan şerm bikin hene.

Ew ên ku bi sedan sal in miletê me û welatê me di bin nîrê bindestiyê de dikujin…Belê ew bila bi wî rûyê xwe yê qirêj ji xwe şerm bikin.

Lê  bi dilekî şikestî em dikarin bêjin ku, birîneke  me ya dirokî ya kûr heye. Ew jî bêtifaqî ye, lawaziya hişmendiya netewî ye.

Weke bapîr û dapîrên xwe, em nifşên nû jî vê birîna xwe ya dîrokî vê bêtifaqîyê, vê lawaziya hişmendiya netewî vê lawaziya hişmendiya dewletbûnê her vedijînin.

Lê divê em êdî  dawî li vê nexweşiyê bînin.

Newroz bila careke din li ber deriyê serxwebûnê şehîd nekeve.

Divê em bi hişmendiya netewî, bi tifaqa netewî vê birîna xwe bipêçin.

Belê Îro Efrîn hatiye dagirkirin.

Efrîn di bin xetereya jenosîdê de ye.

Dewleta Tirkiyeyê dibêje ez nahêlim, li tu derê cîhanê kurd nebin xwediyê statuyeke siyasî, ez nahêlim kurd tu mafan bi dest bixin û êrîşî Efrînê dike.

Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî, li dijî  miletê kurd, li dijî gelê  Kurdistanê weke her caran berê dek û  plan û stratejiyên piralî û qirêj li dar dixin.

Dewletên mezin ên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji dagirkirina Kerkûkê, ji êrîşa li ser Efrînê , ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.

Li Rojavayê Kurdistanê detpêka her tiştî tifaqa nav mala Kurd e. Heta ku ew Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê bi cîh nebin mixabin  kurd dê her di bin  lingên dewletên dagirker de bipelçiqin û wê her bibin qurbaniyên berjewendiyên dewletên mezin.

Dewleta Tirkiyeyê hîna jî bi siyaseta xwe ya ku ev 95 sal in didomîne, miletê kurd tune dihesibîne. Hîna jî bi şer û kuştin û îmhayê dixwaze gelê me û doza me ji holê rake. Hîna jî zimanê me qedexe ye. Hîna jî tu mafên me nehatiye qebûlkirin. Hîna jî Dewleta Tirkiyeyê gelê me dixapîne û dibêje ji ber ku şer heye, xwedê giravî  ‘teror’ heye, em nikarin tu gavên ji bo mafên we bavêjin. Ev derew e. Em li vê derê bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin, dest ji vê siyaseta xapandinê, siyaseta şerî û înkarkirinê berde. Ev siyaseteke pûç e, bê encam e. Werin em bi rêyên aştiyane, bi rêyên siyasî li ser maseyê rûnin û rêya çareseriyê vekin.

Îradeya  di referandûma serxwebûna  li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, êdî weke zarokekî  xwedêdayî ye. Tu kes dê nikaribe vî zarokî tune bihesibîne. Dagirkirina Kerkûkê,  tune were hesibandin  û binpêkirina vê  îradeya meşrû, demokratîk û dîrokî ya gelê Kurdistanê ye. Lê tu şika me tune ye  û divê tune be jî; ew Kerkûka dagirkirî di nêz de bê rizgarkirin û li Başûrê Kurdistanê dê serxwebûn bê îlankirin.

Li Rojhilata Kurdistanê her roj bi dehan kurd têne darvekirin; Dewleta Îranê bi planên terorî pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê qetil dike û li ser gelê me yê Kurdistana Rojhilat terorêki bêhidûd û barbarî pêk tine.

Lê doza azadî û serxwebûna  Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê jî berdewam e. Çawa ku  jenosîd û qetlîaman, şer û êrîş û hepskirin û wêrankirinan, heta îro nekarîbûye gelê me ji doza azadiyê vegerîne, ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.


Belê, divê em birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqiyê,   bi tifaqa netewî, bi hişmendiya netewî û bi hişmendiya dewletbûnê bipêçin.

Tu şika me tune ye û divê tunebe jî: Em ê miheqeq bi ser bikevin.

Em careke din, disa dibêjin Newroza we, Newroza me û ya hemû gelê Kurdistanê pîroz bê. Em ji gele me re serkeftin û azadiyê dixwazim.

Em hevîdar in ku em ê  şeveke xweş bi hev re derbas bikin.

Biji yekitî û berxwedana gelê kurd ê Afrinê û yê her çar perçeyên Kurdistanê!

Bijî  Newroz!

Bijî kurd û Kurdistan!"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin