Li Kopenhaginê paytexta Danîmarkayê Roja Ala Kurdistanê ji aliyê Federasyona Komelên Kurdî li Danmark ve bi axaftina serokê federasyonê Ednan Axacan destpê kir.
Dû re Ehmed Rehmanî bi giştî li ser dîroka alan û bi taybetî jî li ser dîroka Ala Kurdistanê axivî.
Dûre bi xwarin vexwarinê û bi muzîkê şahiya Roja Ala Kurdistanê, bi coşeke mezin heta direngê şevê domiya.