Kurdên Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha NY li Hewlêrê xwe pêşan dibin

.

Hejmarek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê xwe pêşan didin û daxwaza mafên xwe dikin.

Peyamnêrê Kurdistanê li Hewlêrê da zanîn, îro hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê xwe pêşan didin û dixwazin nameyekê radestî rayedarên Netewên Yekgirî bikin.

Xwepêşandanekî ji K24ê re got: “Em ji deh salan ve li Herêma Kurdistanê ne û heta niha em wek penaber nehatine naskirin, em hîn wek penaxwaz in.”

Herwiha got: “Em daxwaza mafên penabertiyê û dubare niştibûnê dikin, ta ku hemû pirsgirêkên me bêne çareserkirin.”

Xwepêşandereke din jî got: “Eger Netewên Yekgirtî pirsa dubare nişticihbûnê ji me re çêbike, dê hemû pirsgirêkên me bêne çareserkirin, wek pirsgirên xwendin, tendirustî û mafên zarokan û mafên din.”

Xwepêşanderan bi riya du zarokan nameyek radestî rayedarên Netewên Yekgirî kirin.

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e