Serdanên serokê demkî ya rêvebirîya veguhestinê ya Sûrîyê, Ehmed El-Şeraa bo Erebistana Siûdî û Tirkîyê ji alîyê vekoleran ve bi awayekî cuda hatin şîrove kirin û gelek pirs derbarê siberoja têkilîyên derve yên Sûrîyê de çêbûn.
Erebistana Siûdî di çend salên borî de tevî Misir, Îmarat û Urdunê jinûve dest bi tekîlîya bi rejîma Beşar Esad kiribû. Lê, Qatar û Tirkîye, de Heyet Tehrîr El-Şam jî di nav de, piştgirîya komên çekdar berdewam kiribû.
Îro, piştî ku HTŞ hat ser deshilatê, çav li wê yekê ye ku ewê peywendîyên çawa ligel welatên herêmî saz bike û li ser çi bingeh û berjewendîyan ev peywendî wê pêş bikevin.
Herwiha, di çarçoveya hevrikîya navbera welatên herêmî de, Sûrîyê wê li kuderê be û ev rewş wê çi bandorê li ser pêgeha Kurdan û Xweserîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bike.
Bernameya Mijara Rojê ev babet ligel sê mêvanan gotûbêj dike:
Leyla Mûsa, Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk li Qahîrê, Welîd Hac Ebdulqadir, nivîskar û şîrovekarê sîyasî, û Welîd Çolî, lêkolerê Navenda Ferat ya Lêkolînan
Jibo guhdarkirina li bernameyê, kerema xwe fayla deng vekin:
Çavkanî: Dengê Amerîka