Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê(KNKS) di daxuynîyên xwe de dîyarkirin ku; ew bi kêfxweşî pêşewazîya biryara Seroktîya Herêma Kurdistanê û partî û tevgeran dikin ku ewê di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê welatê me ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm li dar bixin!
FKKS û KNKS piştgirîya referandûma serxwebûnê dikin; Ewê di vî warî de xebat û çalakî organîze bikin.