Navenda Nûçeyan- Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, doh li Hewlêra paytext di bin serokatîya serokwezîr Mesrûr Barzanî de civîya.
Piştî civînê derbarê wê kombûnê de daxuyanîyek belav kir û hat ragihand ku kar û xebatên hikûmetê yên heyama 100 rojên derbasbûyî hatine nirxandin.
Herwiha di daxuyanîyê de hatiye gotin ku di civînê de ji bilî proje û xebatên hatine bicihkirin, biryar hatîye dayîn di raporê de bi awayekî berfireh sedemên wan projeyên ku nehatine cîbicîkirin jî cî bigirin.
Herwiha hatîye gotin ku pêşhat û geşedanên li Iraqê jî hatine nirxandin, piştevanî ji pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo çaksazîyan hatîye nîşandan û herwiha bang li xwepêşanderan hatîye kirin ku daxwazên xwe bi awayekî aştiyane bicih bînin û hatîye dîyarkirin ku aramîya li welat di berjewedîya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.
Di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser bingeha destûrê hatîye kirin.
Di civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha koçberbûna xelkê ji ber wan êrîşan jî hatine gotûbêjkirin û hatîye gotin ku nîgeranîyên derbarê wê rewşa xerap de hatine dupatkirin û hatîye aşkerekirin ku ji ber êrişan 8 hezar kesan ji Rojava xwe spartine Herêma Kurdistanê.
Hatîye ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye çi ji dest bê bike bo koçberan û tekezî li ser hevkarîya civaka navdewletî di vê mijarê de hatîye kirin.