Kurdistan: Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberîya welatan

Serokatîya Herêma Kurdistanê "wan pêngavan red dike ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberîyên welatan."

Navenda Nûçeyan- Serokatîya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyer û êrîşên wê dawîyê yên li Kerkûk, Qaîm û li pêşîya Balyoxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û alozî û pêşhatên piştî wan bûyeran de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de tê gotin, Serokatîya Herêma Kurdistanê wan pêngavan red dike ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberîyên welatan.

Serokatîya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawîyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşîya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serwerîya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de General Qasim Sulêymanî Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku wan herd kesan di çend salên bihorî de xwedîyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bûn."

Di daxuyanîyê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberîyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberîya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serwerîya wê bê girtin. Berdewamîya vê alozîyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DAIŞê."

Serokatîya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû alîyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsîyan bê girtin."

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin