Ev dem demek wusaye ku Kurdperwer û niştimanperwer divê çavên xwe û guhên xwe vekirî bihêlin, vicdanê xwe baş bikar bînin. Bibin dengê rastîya netew û welatê xwe.
Hinek di Kurdistanê de, li henber dagirkeran, talankeran şer dikin, xwîna xwe dirijînin û cangorî dibin; lê hinek jî bê ku hurmetê ji van hêjayîyan re bigirin, êrîş dikin û vê keda pîroz, van serkeftinên pîroz piçûk dikin. Lê nayê bîra wank u bi saya serê van kirinan ew jî li ser wê axa pîroz dijîn!
Ji van kesan re sînor û hesasîyet nemaye. Çavên xwe girtine, resas berdane qullên guhên xwe û li Silêmanî xwe kirine navenda Kurdistan û her êrîş dikin. Ji beşek Ronakbîr-siyasetmedarên Silêmanî re ev kar ne tiştekî nû ye. Bi dehsalan e, Ronakbîr-Siyasetmedarên Silêmanî Lehça Soranî kirine zimanê kurdî û her wusa diparêzin. Ji wan re Soran „efendîyên Kurdan" e. Silêmanî navenda Şehredarîya Kurdistan e. Deverên din, lehça kurmancî „gundî ne, ne xwende ne, cahîl û nezanin"(!)
Lê di dîroka Koledarîya İraq de yên ku herî pir ketine nav sîstema koledaran, bi wan re ketine têkilîyan û ji wan re xizmet kirine û hertim berê kurdan dane Bexda, dîsa hinek siyasetmedar-ronakbîrên Silêmanî ne. Qurrene, ji quretîya xwe mûyê ber pozê xwe jênakin, lê kes nikare ji wan re bêje „serê sola te xware"(!) her ew xwedî mafin.
Li henber vê nexweşîyê, Kurd demek dirêje bêdengin. Hinek hesab û hesasîyet ev bêdengî her bi xwe re tanî. Lê ev bêdengî êdî zirarê dide Kurd û Kurdistan.
Dema ku vîcdan tunebe, ji cîhê ku vîcdan lê hêlin çênekiribe biryarên rast, rexnên rast û helwesta rast dernakeve. Rastî, bi piralî jî nayê pejirandin. Eger bi piralitî me rastî bipejiranda, divê rastîyê her wunda bikira..
Hinek ronakbîr-siyasetmedarên Silêmanî, Silêmanî û rûniştinerên silêmanî ji Kurdistan îzole kirine. Xistine serê Silêmanî ku Kurdistan tenê Silêmanî ye!
Ji Kurdistan qutkirine. Kirine herêmek ne bi Kurdistan ve girêdayî. Dahatên Silêmanî, çapemenîya Silêmanî, Asayîşa Silêmanî, îstîhbarata Silêmanî, trafîqa Silêmanî taybette. Ti elaqa wê bi Kurdistan re tuneye. Siyasetmedar û rewşenb3irên Silêmanî jî taybett in!
Lê siyasetmedarên Silêmanî li şirîkên Meclîsa Hevlêr jî ne. Dema li Hevlêr tiştên baş bibin bêdengin. Ku tiştên xerab li Silêmanî biqewimin berpirs Hevlêr e. Siyaseta Silêmanî „paqij"e.
Êdî divê bi şiklekî neşter li van nexweşîyan kevin. Siyaseta Silêmanî, rewşenbîrîya Silêmanî nexweşe û divêtîya wê bi neştergerîyê heye.
Ronakbîrên ku nebin vîcdanê civatê û rastîyê negihînin civatê, wê ronakbîrîya wan li bazara pîvaza bêt firotin. Îro Silêmanî birîndarê tunetîya vî wîcdanî ye.
*Silêmanî hevdû dixwe. Lê berpirsîyarê vê Hevlêr e!
*Pere tuneye, mûçe nayên dan, berpirsiyarê wê Hevlêr e!
*Mamoste çalakîyan dikin, dibistan girtîne. Karê perwerdeyê nameşe..Berpirsiyan Hevlêr e!
*Ev du salê postê Silêmanî bi mafyawarî dimeşe. Ji dahat û kirinên bajêr re zelalî tune ye. Lê hevlêr Mesûl e!
*Rojnamevan tên kujtin, mamoste tên kujtin, kes û şexsîyet tên teror kirin. Asayîşa Silêmanî nikare kiryarên van bûyeran bigirin. Lê Hevlêr Mesûl e!
Silêmanî xwestîye ku her Hevlêr û siyaseta navendî bêt tometbar kirin, bêt tecrît kirin. Her karê neyasayî bi destê siyaseta silêmanî meşîyaye. Lê wan xwe her berpirsiyarên yasayan dîtine û bi çavê yasaparêzan li xwe nerîne!
Berî bi du mehan „Petrola Kerkûk" ket munaqeşê: Îdia ew bû ku „henekan sîstema xwe li wir çêkirine û eşkere berjewendîyên xwe diparêzin!"(!)
De vî warî de Behroz Cafer bi zimanekî maqûl tanî ziman û digot:
''Parêzgerê bajêr sedî 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hesaba wî ya şexsî, dehan kes jî li dora xwe komkiriye û milyonerin, hemû tevgerekî rewşenbîrî û rojnamevanî li Kerkûkê hatiye kuştin. Awahiya malbenda rewşenbîrî çar sale temam nebûye û nahêlin temam bibe, lê parêzger li helbijartinan de bo xwe bangeşe tê de dike. sendîkaya rojnamenivîsan ji ber nebûna awahiyekê hate daxistin. Tu misogerî û garantiya azadî gotin kirinê tuneye, tu kesek gotinekî cidî li bajêr nake.''(!)
Ji siyasetmedar –ronakbîrên Silêmanî çend kesan ev pirsa ku Behroz Cafer anîye ziman nirxand û di derheqê de lêkolîn kir?
Divê YNK û Tevgera Goran bersîva Behroz Cafer bidana. Pir hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan, li Hevlêr şirîkên hikûmetê ne, lê di herêmên xwe de ew bi tena sere xwe serdestin. Ne dihêlin devletek navendî derkeve hole û hertiş têkeve bin bandora dewletê, ne jî dev ji muhalefeta xwe a serokatîya Hikûmeta Herêmê berdidin. Siyaseta ku dimeşînin ne navendîye, herêmîye û pir teng e. Di eslê xwe de pirsgirêkek jê jî di virde ye.
Li herêmên xwe dizin û li hevlêr jî şirîkên hikûmetê ne, lê nahêlin hikûmet jî kar bike. Herî pir behsa "dewletek yasayî" dikin, lê di eslê xwe de dijminê yasa û qanûna ne. Ji ber ku ev grûbên berjewendîkar ji demên wusa wîrektîyê digirin û bingehê ji alozîyan re çêdikin ku şertên dizî û talankirinê derkeve mazatê, ew kesên berpirsiyar jî rola xwe nalîzin.
Ev zêdayî du salan e li Başûrê Kurdistan şerrekî dijwar meşîya. Kurdistan bi sedan nemir û bi dehhezaran birîndar dan. Di rêyek zanîst de pêşmergên qahreman di bin Serokatîya Herêma Kurdistan de hat bi rêk û pêkkirin. Serkevtinên mezin bidest xistin. Dema gavên siyasî, tomarkirina serkevtinên siyasî ne.
Siyaseta Silêmanî, Hevlêr di qada şer de tenê hişt. Suçdar kir û bû sebebê alozî û bê îstîkrarîyek mezin li Başûrê Kurdistan. Bizat şahidê vê rastîyê yek ji wan qadroyên artêşa liqê 70 ku bi ser YNK ve bû, birêz Şêx Cafer bi xwe ye. Birêz Şêx Cafer şahidê organîze kirina vî şerî, pirçekkirina hêzan û organîze-perwerdeya pêşmergan bi xwe ye. Şahidê bidestxistinên leşkerî û diplomatîk e.
Qurretîya siyaseta Silêmanî, tenê bi hesabên piçûk re eleqeder bû. Mîna beqqê binê bîrê ji wan weye Kurdistan tenê Silêmanî ye! Lê ew dem qedîya. Kurdistan êdî mezin e:
Ji Bajarê Nînova, Şêxan, Hamdanîye, Tilkef, Zûmmar, Şingal, Kerkûk, Dûzxurmato, Bedrê, Mendelî, Dîyala, Xaneqîn heta Hevlêr û Dihok, Berzan Zaxo van deran Hemû Kurdistan e. Kurdistan ne tenê Silêmanî ye!
28.11.2016