Gelo li Dinyayê dewlet xwestin an jî nexwestin li gorî dîtin û xeyalên mirovan pêk tên an jî li gorî rastîyên dîrokî, felsefî, civakî, ekonomîkî û ewlekarî ava dibin? Dewlet, heta nûha li ser têgehên weke parastin, maf, dadwerî, hiqûq, wekhevî û nasnameyan formata xwe girtine. Ev bi rastî alîyekî dewlet avakirinê ye. Hilbet alîyekî din î dewletbûnê jî heye ku dewlet li hemû welatan bi xwe re fişarê li ser welatîyên xwe didomîne. Dewlet hertim alîgirê serdestan e û li ser çewsandina keda mirovan jî birêve diçe. Ev ji dîsa rastîyeke civakî û dîrokî ye. Yên ku bixwazin dewletê weke hebûn bi timamî ji holê rakin, çewsandina mirovan bi destê mirovan bi dawî werînin, di nava hemwelatîyan de wekheviyeke formel saz bike, divê bi xwe pêşî bibin xwedî desthilatdarîya dewletê. Ango ji bona realîzekirina armancên paye bilind jî, erka dewletê pêwist e! Ji ber ku peywirên dewletbûnê li gorî armancên siyasî û felsefa siyasetê dikarin werin guhertin. Mirovên ku bahweriya wana bi teorîyên Sosyalîzmê û di heman wextê de bi dîtinên Marksîzmê hebin, mesela dewletbûnê bi vî haweyî şîrove dikin. Bi vî haweyî nêzîkî pirsa dewletbûnê jî dibin; Siyaseta Marksîst pêşî divê desthilata dewletê bigirin destê xwe û dûra ji gav bi gav vê dewleta ku li ser zor, tundî û milîtarîzmê ava dibû têk bibin. Alîyê dewletê ku li ser maf, perwerde û civakîbûna mirovan ava dibû jî, wê gavê dikaribûn berfirehtir bibana. Lê armanca helî dûr jî ew e ku ji bedela dewletê, civak xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji ber ku di navbêna erka dewletê bi destxistin û dewlet jî holê rakirin de pêwendîyeke diyalektîkî heye. Yek berê tê û ya din jî dûra ye. Mirov incex dikaribe tiştekî, hebûnekî, sazîyekî, avanîyekî ku di destê mirovan de be, an ji dibin desthilatdarî û kontrola mirovan de be, mirov hewl dide ku wêna ji holê rake. Hilbet gava ku xwestek hebe! Yan na wekî din di vê pirsgirêkê de mirov tucara nikare bigîhêje meqsed û miradên xwe! Mirov wê gavê bila sebeb xwe li ber baranê şil nake! Ma ne wilo ye!
Li aliyê din, mileteke ku dewleta wî tüne be, gelo çawa dikare di nava qada navnetewî de xwe temsîl bike? Derd û kûlên xwe pêşkêşî reya giştî bike? Yên ku dewleta wana tüne be, tê zanîn ku di qada navnetewî de temsîl nabin, heta mirov dikare bibêje ku ew tüne ne jî. Ew li vê Dinyaya bêwijdan û bê merhamet sewî dimînin. Hemû dewlet ji aliyê xwe de tepekê li sere wana dixin, eynî weke Kurdan! Tê zanîn ku pergala navnetewî li ser hîmê dewletên netewî ava bûye! Nasnama dewletan îro bi tevahî li ser ziman û axê hatiyê pejirandin. Wexta ku mirov daxwaza Kurdîtîyek bê dewlet û ziman bike, mirov rasterasta miletê Kurd ji nava pergala navnetewî ji navê dibe. Miletê Kurd ji holê radike, wîna tüne dike. Ango dewlet xwestin realîteyeke ku îro li derveyî xwesteka Kurdan heye û Miletê Kurd ji divê li gorî vê rastîye xwe birêxistin bike. Dewlet xwestin bi tena serê xwe ne tenê xwestekek siyasî ye, dewlet xwestin ji bona Kurdan îro mecbûrîyeteke jî, pêdivîyeke jî, bi gotineke din; man û nemana netewa Kurd e!
Di pratîka dîrok û civakan de, gelo çi li gorî çî tê xwestin û pêş dikeve? Mînak, siyaseta ku armanca wêna ne desthilatdarî be, ne serwerî be, ji bona çî heye gelo? Neteweyekî ku xwedî li ziman û nasnama û axa xwe dernekeve, gelo xwedî li çî derdikeve? Xwedî li kê derdikeve? Kîjan nirxan diparêze û derdixinê pêşberî civaka Kurdan? Dîsa ji bona mînak, oldarekî ku Xwedê nas neke, pêxemberan nasneke, kê weke Xwedê û pêxemberan nas dike? Kê dike dewsa Xweda û pêxemberan? Weke ku tê zanîn pergala oldarîyê li ser naskirina Xwedê û pêxemberan ava dibe. Gava ku oldar vê rastîyê înkar bikin, red bikin, bicîh neyînin, ew çima navê oldarîyê li xwe dikin? Ma wê gavê mirovên oldar bi oldarîya xwe dixwazin kê bixapînin gelo?
Dîsa bazirganekî ku ne li fêda xwe bigere, gelo çima bazirganîyê dike? Ma armanca bazirganîyê ne fêde ye? Ma bazirganî heta çi wextî dikare bi xisarî kar bike? Karê xwe berdewan bike? Dîsa şivanekî ku ne li ber pezê xwe be, şivanê kê ye û şivanekî çawa ye? Çima bûyê şîvan? Nivîskarekî ku pirtûkê wîna tunebîn, armanca wîna ne pirtûk nivîsandin be, çima navê nivîskariyê li xwe dike? Dengbêjeke ku nikaribê stranan bibêje, gelo dengbêjeke wilo heye? Ûhw…
Kurdîtîya ku bê dewletbûnê bıparêze, pergala dinyayê red bike dikare weke xebateke teorik ku hîna kamil nebûye were nirxandin. Ew jî dibe dîtinek ji rêzê lê ew ne rastîyeke civakî bi xwe ye. Ev helwesteke razber û ji rastîyên civak û siyasetê gelekî dûr e. Di vê mijarê de gelek teori yên bêserûber jî hene. Ev jî tê zanîn. Gelek akademîsyên û takekes dikarin dîtinên wilo pêşkêş bikin. Xem nake. Ew mafê hemû kesa ne. Lê gava ku mirov weke rêxistineke siyasî û pratîkî li ser dika civakê peyase bike, mirov bixwaze ne xwaze pirsa dewletbûn û serwerîyê derdikeve rojeva siyasetê… Gava ku mllet di dîrokê de nebûn dewlet, hınek dewletîn din dewleta xwe li ser miletên bê dewlet ferz dikin! Mantiqê siyaset û dîrokê wilo şênber bûye, realîze bûye û bûye pîvanekî tebût û ketiya nava teori û mîrateya civakê. Miletê Kurd ji divê li gorî vê teorî û mîrateya ku hemû dinyayê pejirandiye tevbigere!
Nûha em hemû jî baş dizanin ku formasyonên dewletbûne ne tenê yek in. Ev jî rast e. Li gorî realîteyên ku li dinyayê hene, statû û dewletbûn hinekî di nava hevdû de şênber dibin. Belê, dewlet dikarin serbixwe bin, dikare yekîtiya dewletan ava bibe, yekîtîya erdnîgarîya ava bibe. milet dikarin di nava dewleteke serbixwe de xwedî statûyeke fermî bin jî, ango otonom bin, federal bin, konfederal bin, teritoryal bin an jî etnîkî bin. Li gorî armancên siyasi û bîrdoziya mirovan hilbet ev daxwaz dikarin werin guhertin.
Lê siyaset bêyî wan daxwazan nabe siyaset. Bi taybet siyaseta Kurdan bê wan daxwazan nabe siyaset! Ji ber ku Kurd divê bibin xwediyê statûyekê, xwedî temsilekê, xwedi nasnameyekê siyasî. Baş tê zanîn ku siyaset li gorî rewşên civakî ku bi rastî hene xwe dide der û di nava hêz û têkoşîna civakê de formata xwe şênber dike. Li gorî wext û pêvajoya ku şênber e hinek ji wan daxwazên statuyê derkevin pêşberî civakê. Dikevin rojevê. Pêşketin û formasyonên siyasî wilo şênber dibin. Wilo şênber jî bûne. Daxwaza formasyonên dewletbûnê, fermîbûnê û statû xwestinê jî hemû di nava xebatên siyasî de rewa ne. Li gorî rewşên şênber û dîrokî hınek dazwaz dikarin têkevin pêşîya hinek daxwazan. Lê gava ku mirov, bi taybet jî Kurd, tu daxwazên statû, fermîbûn, formasyonên dewletbûnê dernexe rojeva siyasetê, wê gavê siyaset bê armanc dimîne. Siyaset wê gavê tenê dibe ji bona siyaset e. Ev bi xwe ji ne tû siyaset e! Ev karê betala ye! Belê. Di demeke dîrokî de weke rexne, ji bona rewşên wilo Marksîstan digotin; tevger her tişt e û armanc ne tiştek e! Ev jî bibû weke nişaneyekê ku naverok û armanca siyasetê hatibû valakirin…
Li Bakurê Kurdistanê divê tevgerên siyasî bikaribin xwe li gorî hinek formasyonên dewletbûnê û statûyeke Kurdî bidin ser hevdû. Kurd ji bona wan armancan werin cem hevdû. Kurd di wan mijaran de hevbeş bibin. Hemû kes baş dizane ku Kurd hewcedarê hevdû ne jî. Bêyî hevdû Kurd nagîhêjên tu meqsed û miradan. Ev rastîyeke civaka me ye. Em bi hevdû re dibin hêz, dibin aktor, dibin dîtbar û xwedî rûmet. Belawelabûn bi kêrî doza Kurdan nayê. Di belawelabûnê de tam jî tüneye. Heyvan jî tüneye. Divê baş were zanîn; ji vê belawelabûnê ji tu encameke serast jî dernakeve. Keda salan jî bertelef diçe. Pirsa sereke jî li vir hilbet pêşî fermîyet û perwerdebûna bi zimanê Kurdiyê. Xwesteka statû hilbet ji bona hemû Kurdan e, ji bona navê miletê Kurd e û nirxên me yên netewî jî divê werin pejirandin. Kurd divê weke Kurdan bên pejirandin. Kurd weke xwe bênê nas kirin. Bi zimanê xwe ve û nasnama xwe ve, bi axa ve ûhw. Dûra jî em bi hevdû re weke helbestvanê Kurd Hêmin Mûkrîyanî bibêjin;“Nakevim xema zincîr û tenaf, dar û bendan Ez
Min qetqetî bikin, min bikujin jî, hîna jî dibêjim Kurd im Ez!”