Kurdpa: Di meşa xwenîşandana li bajarê Seqizê, çendîn kes hatine binçavkirin

.

 Di xwenîşandana nerizayetî ya xelkê Seqizê li hember jehrîbûna keçên dersxwan ên vî bajarî, hêzên serkutker ên rejîma Îranê çendîn kes ji wan xwenîşanderên nerazî binçav kirin.

Rêxistina Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku roja Yekşemî 20ê Xakelêweya 1402an a Rojî, hêzên serekutker ên rejîma Îranê dest bi teqekirin û avêtina gaza rondikrêj bo ser xwenîşanderan kirine ku bi sedema jehrîbûna zarokên xwe yên dersxwan rijyabûne ser şeqaman.

Pêka rapora Kurdpayê, piştî şer û pevçûna di navbera hêzên serkutker û xelkê xwenîşander, hejmarek ji wan xwenîşanderan ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve hatine binçavkirin.  
 
Piştî jehrîbûna dersxwanan li çendîn xwendingehên keçan ên bajarê Seqizê, ew bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya hejmarek zêde ji wan bi nebaş hatiye ragihandin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn