Navenda Nûçeyan- Piştî civîna wî li gel serokê Amerîkayê li Washingtonê, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenîyê de ragehand, wî li gel alîyên Amerîkî behsa piroseya sîyasî ya Sûrîyê kirîye û tekez kirîye, ku çareya leşkerî ji kirîza Sûrîyê re nîne û ya giring destipê kirina proseyekî sîyasî ya giştî ye ew jî bi rêya komîteya destûra Sûrîyê ve dibe.
Herwaha got, wan behsa rêyên tevlî bûna Kurdan di pirosêya sîyasî ya Sûrîyê de kirîye ku bi gotina wî rêya tekane ji bo garantîya mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûrîyê ewe ku li gel hikumetê peywendîyê bikin.
derbarê Idlibê de jî got: Pêwîste parêzgeha Idlib bi temamî ji hêzên tîrorîst were pakijkirin û tevahîya erda Sûrîyê vegere jêr desthilata hikûmeta Sûrîyê.
Lavrov got: Di navçeya kêm kirina şer de heya niha Tirkîye nekarîye opozîsyona nerm û lîberal ji Enîya Nusre veqetîne.
Çavkanî: Basnews