Sergey Lavrovî di hevpeyvîna xwe ya digel Ajansa Kuweytê de wisa got: "Em han didin ku hevalbendên me yên Tirk, berpirsiyarîyên xwe yên bi çerçoveya Rêkeftina Îdlibê ya 17ê Îlona 2018an bînin cih. Grîng e ku bi hinceya çavdêrîya rejîma agirbestê ya bi Tirkîyê re, destûr neyê dayîn ku terorîstan xwe lê zêde bikin. Babetên dokumantera ku avakirina herêmeke bêçek û veguhastina milîtanan û çekên wan dihewandin, hêj bi temamî nehatin sepandin.
Di heman demê de Lavrov da zanîn her çiqas heta cihekî îstiqrar hatibe bidestxistin, hê zû ye ku bêjin gefa terorê bidawî bûye. DAIŞa ku qaşo wê dewletekê ava bikira têk çû bes hê zû ye ku bêjin li Sûriyê gefa terorê bi temamî bi dawî bûye.
(Sputnîk Tirkî- Werger: Rûpela Nû)