Lawje wê “Evînîya Welêt” bistirê

Lawje wê di projeyê de stranên Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerifî bistirên.

Ferid Demirel

Wekî me qewlê xwe kiribû da ku em biçin cem bi Ali Tekbaşî, solîstê Lawjeyê, ez û hevkarê xwe Murat Bayram saet di 8ê êvarê de li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev û me xwe ji Kolana Îstîklalê bera ser kuçeyekê da. Dema em ketin nav kuçeya li pişt Dêra St. Antuanê em li ber derîyekê sekinîn. Li ser dîwarê avahîyê BGST (Boğaziçi Gösteri Sanatları Topluluğu) dinivîsand.

Ev der studyoya BGSTyê bû ku me yê li wir hevpeyvînek bi koma Lawjeyê re bikira. Dema em ketin hundirê avahîyê dengê muzîkekê ji dur ve hat guhê me. Ali Tekbaş, solîstê Lawjeyê li ber derî pêşwazîya me kir û em ber bi cihê xebata wan ve meşîyan. Cihê wan di nava avahîyê de, du tebeqe di asta jêrzemînê de bû. Her ku em diçûn dengê muzîkê bilindtir dibû.

Berîya niha nêzîkî bi 15 salan ez careke din hatibûm vê derê. Wê gavê Kardeş Turkuler wê albuma xwe ya bi navê “Bahar” derxista. Ji bo hevpeyvînê ez çûbûm wê derê.

Piştî 15 salan, vê carê jî ji bo projeyeke nû ya Lawjeyê ez li heman derê bûm.

Li nava odeyê gelek amûrên muzîkê hebûn. Sê hunermend li nava wan amûran rûniştibûn û ew muzîka ku ji dûr ve dengê wê dihate me, lê didan.

Strana Tahsîn Tahayî ya bi navê “Te ez hêlam” bû a ku lê didan. Piştî xêrhatina me kirin Ali Tekbaş jî çu li cihê xwe rûnişt û proveya xwe berdewam kirin.

Min û hevkarê xwe Murat Bayramî jî dest bi amadekarîya xwe kir da ku em hevpeyvîna xwe bikin.

Lawje, koma muzîkê ya ku stranên gelêrî yên Colemêrgê berhev dike û wan ji nû ve şîrove dike, wê vê carê bi projeyeke nû derkeve pêşberî guhdarvanan.

Navê projeyê “Lawjeyên Evînîyê” ye. Ali Tekbaş, Ali İmran Erin, Serhat Bostanci û İbrahim Odak ji bo vê projeyê ev çend roj in li wê cihî amadekarîyan dikin.

Lawje wê di projeyê de stranên Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerifî bistirên.

Tişta ku ev stranbêjên bi nav û deng di vê projeyê de anîye ba hev stranên wan ên li ser “evîna welêt” e. “Evîna welêt” a ku di stranan de ne bi awayekî aşkere lê bi navê gul û çîçekan, dar û beran hatîye bilêvkirin.  

Ali Tekbaş, endamê Lawjeyê derbarê vê xebatê de wiha got: “Lawje stranên gelêrî berhev dike. Ên windadibin derdixe û wan nûjen dike û careke din belav dike. Daxwaza me ew bû ku stranên evinîyê bi selîqîya lawjeyê careke din bibêjin.

“Stranên giran in, atmosferên wan cida ye. Ne wekî performansa Lawjeyê ye. Em çar kesin û wê muzîkake rehet be. Guhdarvan wê şeveka klasîk derbas bikin.”

Dema me karê xwe qedand û me xatir ji wan xwest, em derketin derveyî avahîyê, strana Tahsîn Tahayî ji dengê Ali Tekbaşî dihate guhê me.

“Te ez hêlam malî ava, rondik berdan te ji van çavan

Tu bû ye bîk, te pîroz bît, min xwe nedît bo te zava

Te ez hêlam te ez hêlam te ez hêlam malî ava”

Konsera vê projeyê wê di 24ê Kanûna Paşîyê ya 2020an de li Kadikoya Stenbolê, li Moda Sahnesi pek were. Plansazîya komê ew e ku vê konserê li cihên din jî pêk bîne û stranan weke albumeke muzîkê derxe.

Ev nûçe ewil li Bianetê hatîye weşandin.

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn