Lêborîna Navnetewî: Divê Tehran dawî li azar û îşkenceyên malbata şehîdên Jînayê bîne

.

Rêxistina Lêborîna Navnetewî di daxuyaniyekê de tevî nîşandan nigeraniya xwe derheq azardana malbata şehîdên Jînayê, ragihandiye ku divê Komara Îslamî dawî bi îşkencekirina malbata şehîdên şoreşa Jînayê bîne.


Rêxistina Lêborîna Navnetewî, daxuyaniyek derheq azar û îşkencedana malbata şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî belav kir û ragihand: Divê givaşên zêde bixine ser Komara Îslamî da ku nekare malbatên şehîdan û girtiyên xwenîşandanên seranserî yên gelên Îranê li dijî rejîmê îşkence û azar bide.


Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye: “Em daxwazê ji civaka cîhanî dikin ku li ser azar û îşkencedana malbata şehîdên şoreşa Jînayê, Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin ku bersivê bide, ji ber ku eva ku hêzên serkutkar ên Komara Îslamî li hember xwenîşanderên nerazî li hemû bajarên Îranê kir, kiryarek bi tevahî neyasayî bû, lewma givaşan bixine ser da ku dawî bi tunûtîjiyan bîne.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e