Lehî li Rojavayê Kurdistanê jî xist

Ji doh ve, baraneke bihêz li Rojavayê Kurdistanê dibare û li gelek deveran lehî rabû û gelek rê, pir, xanî û zeviyên welatiyan ziyanên mezin dîtin.

Hat ragihandin,ji ber barîna baranê asta çemê bajarokê Dêrikê bilind bû û lehî derbasî nava xanî û dikanên li aliyê wî çemî û gelek zevîyên derdora Dêrikê jî di bin lehiyê de man.

Ji ber rabûna lehiyê jî û metirsiya rabûna asta avê û hilweşîna bendava Borzê a li nêzîkî Dêrikê, gundê Borzê hate valakirin.

Herwiha hat diyarkirin, li gundê Îlah Qosa devera Alîyan jî ji ber baran û lehiyê xaniyek hilweşiya.

Herwiha ji ber rabûna lehiyê hin pirên li ser rêyan ziyanên mezin dîtine û tîmên çakirina piran hewla çakirina wan didin.

Hat ragihandin, lehî li gund û bajarokê wek Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesibiyê jî bilind bûye û piraniya rê û kolanên wê herêmê di bin lehiyê de mane û av derbasî nava gelek xaniyên welatîyan bûye.

Li gor pêşbîniyên keşûhewayê jî, li Rojavayê Kurdistanê şepola baranê heta çend rojên din jî berdewam be û metirsîya lehîyê dê berdewam be.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne