Lêkolîna Avrasya: AK Partî û MHP 6 şaredariyên din jî wenda dikin

.

Serokê şîrketa Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz got, di hilbijartinek muhtemel de dê AK Partî û MHP 6 şardariyên din jî wenda bikin.

Li gor encamên rapirsiyên herî dawî, AK Partî û MHP ku di hilbijartina herêmî ya 31 Adara 2019 de di serî de şaredariyên mezin ên wek Stenbol, Eneqere û Edenê wenda kiribûn, di hibijartineke muhtemel ya herêmî de dê 5 şaredariyên mezin û şaredariya bajarekî jî wenda bikin.

Serokê şîrketa Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz li ser kanala xwe ya YouTube ya şexsî got, ger îro hilbijartin bihata kirin şaredariyen Bursa, Balikesir, Denizli, Uşak û Samsun yên ku di destê AK Partiyê de ne û şarederiya Manisa ya di destê MHP de ye dê bikeve destê CHP û IYI Partiyê.

Ozkiraz, vîdeoya ku têde behsa hûrgiliyên rapirsiyê dike, parve kiriye û dibêje, “Ger îro hilbijartin hebûna, dê Bursa û Balikesir biketa destê CHP. Manisa  Samsun, Denizli  û Uşak biketa destê IYI Partiyê”.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de, Tifaqa Komarî ya ku AK Partî û MHP damezirandibûn, şaredariyên Stenbol û Enqere û gelek bajarên din wenda kiribûn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e