Lelên darê di weșihin; Dr. Sîraç

Nuri Aldur

 Nuri Aldur                                                                                                

Nasîtîyamin û gorbihișt (min ew bi Sîraç abê bi navdikir) di salên 1990 an de destpêkir û di wan demande min li șaredarîya bajêrde mina karmend kardikir û bi wê rêyê dan û standinênme xûrttir bûn û dostanîke xweș û șêrîn berdewamkir. Ew di nav koma kurdên cihde anjî di nav kurdên bakurde mina Dr. Sîraç dihat nasîn û binavkirin, lê di resmîyetêde ew mina Dr. M. Sîraç Bilgin bû û bi vî navî jî wî pirtûkê xwe îmzedikirin. Mîna gelek kesên welatparêz û rewșenbîrên me yî kurdan,  Sîraç abê jî “tî û birçîyên” afirandina berhemên kurd û Kurdistanîbû. Hê di dema nû ya penabertîya xwe de, ew aktîv dixebitî ku hinek ji berhemên xwe/pirtukên xwe çap bike û wan pêșkêșî civaka kurdan bike û wî ew kar jî(bi keda xwe) kir û bi ser jî ket.           

Li vir ez dixwazim serpêhatîkame her dû yan bo we xwendevanan bibêjim ku belkî em hê bêhtir, rewșa ronakbîrîya me, daxwaza afirandin û berhevkirina berheman û rola ekonomîyê, tê bigihijin û wek gotina ku di nav gel de têt gotin “mala xwedyê feqîrtîyê bê.” Carekê gorbihișt ji min pirsî ku ma ezê bikaribim arîkarîya wî bikim da ew ji bankê hinek pereyan qers/deyn bikê bo çapkirina pirtûkên wî. Her çiqas min texmîn dikir anjî zanîbû ku bersiva bankê wê “na” bê, lê dîse jî min ku da morale wî xeranebê; bêyî ku ez soz û hêvîyan bidme wî; min got okey ezê bihizirim. Dawî min wek karmendekî șaredarîyê telefonî bankê kir û mesele bo wî karmendî (bêyî ku bikevme detalyan) îzah kir û demek anjî wextek bo hevdîtinê jê tika kir/xwest. Karmend ne pir bi dil jî be demek bo hevdîtinê da me. Ez bi xwe li gel Sîraç abê çûme bankê û karmendême hate pêșîyame û bixêrhatin da me. Em rûniștin û min got ku ev kesan li vir penabere, lê li welatê xwe șexsîyeteke naskirîye, sîyasetmedare û niha jî bi karên nivîskarî û rewșenbîrîya neteweyê kurdî ve meșgûle. Daxwazîya wî ji we eve ku hûn qersekî/deynekî bidnêde, da ew bikaribê hinek ji pirtûkên xwe çapbikêye. Karmend bi devilkenîke xweș anjî bi awakî dostanî çend pirs ji Sîraç abê kirin(pirs jî ev bûn ku ma çî wî heye û çi nîne; wek garantîya ekonomî) û bê goman bersiva van pirsa jî her ”na” bû.        

Di dawîya zîyareta me de karmend berê xwe da Sîraç abê û got ku malesef emê nikaribin arîkarîyate bikin. Me jî got ku dîse jî spas bo ku te em dîtin û li gel me rûniștî û em rabûn û me xatir jê xwest ku herin. Karmend bi awakî nerm û dîse jî bi devilkenî ku ez dixwazim bo we tiștekî bibêjim û weha got: ”ku ev demeke dirêje ez li bankeyan kardikim, lê ev cara yekeme ku ez daxwazîke weha bo qerskirina peran dibihîzim”. Ev serpêhatîya me, min di dema ku ez çûme sersaxîya gorbihișt de jî; ji xanima wî re(R. yenge) got.                    

 Sîraç abê di jîyana xwe yî prîvat de/li mala xwe gelek nazik, nefsbiçûk û bi hemî awayan xwedî jîyaneke kurdayetîbû. Çakêt û qapûtên mehvanên xwe dirêjî mil û destên wan dikirin. Ew mîna zarokekî bi zarokanre șa di bû. Êrê wiloye! Mîna gotina me yî meșhûr ya gelerî:    “ Dinya dem û dewrana û ew ji tu kesîre namênê.”