Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da

Çetîn Dogan ê leşkeriya bi darê zorê dikir û ji ber parastina perwerdehiya kurdî êriş li dijî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da. 

Çetîn Dogan ê li Edîrneyê leşkeriya bi darê zorê dikir û ji ber perwerdehiya bi zimanê kurdî parast û bi kurdî axivî komek esker êriş kiribûnê û ew birîndar kiribûn. Dogan ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê da. Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya ÎHD’ê serlêdanê pejirand û diyar kir ew ê li serê bişixûlin. 

Dogan û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li ewyana civînê daxuyaniya hevpar dan.  

 

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn