Leşkerên Rûsyayê li Minbicê dest bi çavdêriyê kir

Berdevkê hêzên Polîsê Rûsyayê yê li Sûriyê Yusuf Mamatov ragihand ku polîsên wan li Minbicê dest bi çavdêriya dewriyeyên leşkerî kiriye.

Peyvdarê Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê Yusuf Mamatov duhî ji rojnamevanan re ragihand, tîmên wê li bakurê Minbicê dest bi gerên çavdêriyê kirine, erkê wan jî kontrolkirina ewlehiyê û çavdêrîkirina tevgera grûpên çekdar e.

Da zanîn, yekem tîma Polîsa Leşkerî ya Rûsî di navbera gundê Wêran, Ecemî û Wêlanlî bi dehan kîlometro çûnhatin kiriye. Gerên din jî dê xetên cuda bigirin ber.

Yusuf Mamatov amaje bi wê jî kir, endamên Polîsa Leşkerî ji rûniştvanên navçê zanyariyan li ser komgehên çekan û cebilxaneyên ku çekdaran li şûn xwe hîştine û hîna neteqîne werdigirin, ji bo wan pûç bikin.

Li aliyê din medya tirk îdia dike ku dê rêveberiya Moskowê piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê parastina HSD/YPGê bigire ser xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin