Şivanên ku piştî îşkenceya leşkeran ji heş çûn û çend seet şûnde ji aliyê hemwelayên herêmê ve hatin dîtin ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Şemzînanê.
Li gor nûçeya ajansa Mezopotamyayê Nasir Taş di axaftina xwe de got: "Dema me pezê xwe diçêrand grûbeke leşkeran ku 8 kesan pêk dihat nêzîkî min bûn û pirsên ‘ka PKKeyî li kur in, we ew dîtin, kî alîkariya wan dike?' pirsîn. Min jî got em hê nû hatine, me kes nediye û em pezê xwe diçêrînin. Hê peyva me di devê min de bi dipçîkan êrişî min kirin û li min dan. Darê destê mi derxistin û paşî bi wî li min dan."
'EZ BI ROJÎ ME MA XWEDAYÊ WE TUNE YE'
Nasir Taş di berdewamiya axaftina axaftina xwe de got: "Piştî îşkenceyê min birin kêleka avekê, serê min xistin avê û gotin ‘tu terorîst e, em ê te bikûjin.' Bi halê rojî du seetan îşkence li min kirin. Min ji leşkeran re got ez bi rojî me, ma Xwedayê we tuneye. Çima hûn îşkenceyê li min dikin. Lê wan guhdariya min nekir û îşkenceya xwe dewam kir. Leşkeran 4 gule berdane nêzîkî serê min, bi şans niha li heyatê me. Piştî îşkenceyê me dihêlin û diçin. Bêrîvanên ku têne cem pez ji bo ku me nabînin li me digerin û paşî me di cihekî tenha de dibînin û gundiyan agahdar dikin."
‘EM Ê DOZÊ VEKIN'
Piştî mudaxeleya pêşî Ramazan Aktaş vegeriya mal, lê dermankirina Nasir Taş dewam dike. Hestiyê rûyê Taş derîzî, pol, mil û di pişta wî de jî cihên derbeyan hene. Şivanên ku raporta derbeyê wergirtin ragihandin ku wê derheqê berpirsan de gilî bikin.