Leşkerên Tirkiyê welatiyekî ji bajaroka Til Eran dema hewl dida ji aliyê Bakur ve derbasî Rojava bibe, kuşt.
Welatiyê bi navê Ehmed El-Ibêd 40 salî ye ji bajaroka Til Eran a girêdayê rojhilatê Helebê ye, ew bavê 7 zarokan e.
Dema hewl dida di sînorê gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê re ji aliyê Bakur derbasî aliyê Efrînê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin.
Tê zanîn ku bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.
RojavaNews