Leşkerên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanan kir û ew dersînor kirin

.

 Leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê şkence li 4 ciwanan kir û ew dersînor kirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, dema 4 ciwanên ji Hesekê hewl dida ji bajarê Dirbêsiyê derbasî bakurê welêt bibin ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatine girtin û şkence li wan hatiye kirin.

Leşkeran piştî şkenceyê her çar ciwan dersînor kirine.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn 2 ciwan û rakirine nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.

Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li hêla din, heta niha agahî ji her du ciwanên din tune.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye