Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 7emîn salvegera referanduma dîrokî ya serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir. 

Di peyama ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve hatiye parvekirin de wiha hat gotin;

Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yênkumijaramadeya 140î ne, referandûmaserxwebûnê bi awayekîmeşrû û demokratîkhate lidarxistin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, teva hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Evhelwestagelê me, bi rêyêndemokratîkîlankirinaîradeyekemeşrûyaneteweyîbû.

Di heftemîn salvegera referandûma serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşînahemûşehîd û xebatkarên her çarperçeyênKurdistanêye; nimûne û nîşanaîradeyaxweîdarekirinagelêKurdistanê ye. Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Eşkereye ku her êrîş, dijminatî û helwesteke eskerî, sîyasî û ragehandinî ya li dijî desthilatdarî û destkeftinên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ne di berjewendîyên gelê me de ye, evjiplanênxerabênxêrnexwazêngelêKurdistanêre rêxweştir dike.

Em bangî hemû hêzênçekdarî û sîyasî; hemûdewletêncîhanê û yênherêmîdikinkurêzê li desthilatdarî û selahîyetameşrûyaSerokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigrin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke neteweyî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.

25.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir