Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê ev çend rojên berf û bager berdewam e, û berfa zêde û sermanyê bandoreke nerênî li ser jîyana rojane ya welatîyan kirîye.
Li tevahîyê Amed, Sêrt,Semsûr, Dêrsîm, Meletî, Mûş, Mêrdîn, Colenêrg û sê navçe û navenda Şirnexê, neh navçeyên Meraşê, du navçeyên Bedlîsê b ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin girtin.
Di daxuyanîya Walîtîya Amedê de hat destnîşankirin ku li gor daneyên sazîya keşûhewayê li tevahîyê bajêr berfê dewam bike.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku ji ber berf, cemed û hewayê li tevahîyê bajêr xwendingeh ji bo rojekê hatin ragirtin, karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behvedanê bikin.
Li Sêrtê berf li tevahîyê bajêr bi navber dibare û welatî tengasîyê dikişînin û ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo rojekê hatin ragirtin.
Di daxuyanîya Walîtîya Mêrdînê de hat destnîşankirin ku li gor daneyên keşûhewayê li tevahîyê bajêr berfê berdewa dike û ji ber rewşa hewayê perwerde ji bo rojekê dibe behn vedan û herwiha karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behnvedanê bikin.
Di daxuyanîya walîtîyê Şirnexê de jî hat destnîşankirin ku li bajêr û navçeyên li alîyên bilind barîna berfê dewam dike û hat dîyarkirin ku li navenda Şirnexê û Basan, Qilaban û Elkê ji ber berf û bagerê rojekê navber dan perwerdeyê û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behnvedanê bikin.
Rûdaw