Li 42 bajaran berdevk mecbûrî ye

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca, ragihand ku li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê bêyî berdevk derketina derve hatiye qedexekirin

 

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca, ragihand ku li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê bêyî berdevk derketina derve hatiye qedexekirin. Bi vê yekê re hejmara bajarên ku bikaranîna berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an.

 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa kronayê de li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê bêyî berdevk derketina derve hatiye qedexekirin. Koca, destnîşan kir ku bêyî berdevk têkoşîna li dijî vîrûsê ne pêkan e. Bi vê yekê re hejmara bajarên ku bikaranîna berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an.

42 bajaran berdevk mecbûrî ne ev in: Semsur, Afyonkarahisar, Amasya, Erdexan, Aydin, Balıkesir, Bartın, Elih, Bolu, Burdur, Denizli, Düzce, Elazîz, Eskişehir Dîlok, Giresun, Iğdır, Isparta, Mereş, Karabük, Kırklareli, Kocaeli, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrdîn, Muxla, Muş, Nevşehir, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sewas, Şirnex, Dersîm, Uşak, Zonguldak, Amed, Erzurum, Kayseri, Rize û Riha.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e