Li 6 heyvên destpêkiya îsal, zêdetir ji 36 kolber hatine kuştin

.

“Kolber News”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li heyama 6 heyvên destpêkiya sala 1403 a Rojî, zêdetir ji 142 kolber li sînor an rêyên li navbera parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan”ê hatine kuştin an birîndarkirin.

Kolber Newsê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku ji destpêka sala 1403 a Rojî, heta dawiya heyva Xermananê, li deverên sînorî û rêyên li navbera parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan”ê de bi sedemên wek teqeya rasterast a hêzên lewşkerî yên rêjîmê, renî, sir û seqem, keftina ji bilindahiyê, teqîna mîn û hinek sedemên din, zêdetir ji 36 kolberî hatyine kuştin û 67 kolber jî birîndar bûne.

Serhev Ji wan 142 haletan, 36 kolber anku %25 hatine kuştin û 67 kolber anku %75 hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Kolbernewsê ji %87 a kuçtin an birîndarkirina kolberan bi teqeya rasterast, lêdan û îşkencekirin ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîmê ve bûne û herwisa li vê amarê de 10 kolberên zarok jî hene.

Ew amare wan haletan li xwe digre ku li kolbernewsê de hatine tomarkirin û renge amara serast ji vê hindê zêdetir be.

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir