Li Agirîyê 4 kes bi lehîyê re çûn

Li navçeya Giyadîn a Agirî yê, ji ber lehî û birûskê 4 welatiyan canê xwe ji dest dan ku 2 ji wan zarok in.


Li navçeya Giyadîn a Agirî yê, ji ber lehî û birûskê 4 welatiyan canê xwe ji dest dan ku 2 ji wan zarok in.

 Roja Duşemê, Naime Polat (48) ligel zarokên xwe Mûsa Polat (11) û Pinar Polat (4) jî bo komkirina giyayê beharê ji mal derdikevin. Lê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê dayîk û herdu zarokên xwe bi lehîyê re diçin.


 Li aliyê din welatiyekî din bi navê Nurullah Yardimci (19) her li wê navçeyê birûsk lê dixe û canê xwe ji dest dide.


 Piştî ku welatiyên nêzîkê cihê bûyerê hêzên ewlekariyê agahdar dikin, hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê û tîmên bihewarveçûnê bo cihê bûyerê tên şandin.


 Tîman termê dayîk û herdu zarokên wê dîtin û ligel termê welatiyên din ku birûskê lê dabû, veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne