Li Almanya di rojekê de zêdetirî hezar kes bi Koronayê mirin.
Wezareta tenduristiya Almanya ragihand, di nav 24 saetên borî de 20 hezar û 398 kes bi Koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 88 hezar û 400 kesan.
Li gorî amarên fermî, duhî hezar û 13 kes jî li Almanya bi Koronayê mirin û hejmara miriyan gihîşt 49 hezar û 783 kesan.
Ji destpêka belavbûna Koronayê de heta niha milyonek û 762 hezar û 200 nexweşên Koronayê jî baş bûne.