Li Hamburgê, di 73yemîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê Nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî hatin bibîranîn.
Bîranîn Ji aliyê Platforma Kurdên li Hamburgê ve hat organîzekirin û bi axaftina Serokê Platforma Kurdên li Hamburgê yên her çar pêrçên Kurdistanê M. Ali Yildirim destpê kir.
Dûre jî Nivîskar û Huquqnas Osman Aydin bi dûvedirêj gotarek li ser dîroka avakirina Komara Kurdistanê û tekçûna Komara Kurdistanê û giringîya rola komara Kurdistanê pêşkêşî mêvan û beşdaran kir.
Di konferansê de gelek kesên nivîskar, akedemisyen û şexsiyetên cuda cuda ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûbûn. Mixabin Heciyê Cindî ji bêr oparasyonekî tenduristiyê nikarîbû beşdarî konferansê bibe.
Piştre gelek pirs hatin kirin û bersiv hatin dayîn û li ser girîngiya "Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyên cihanê ye" hat rawestîn.
Platforma Kurdên li Hamburgê got: "Konferansa Komara Kurdîstanê li Hamburgê bi awayekî serkeftî derbas bû. Em di serî de spasiya xwe ji kek Nivîskar û Huquqnas Osman Aydin re û ji hemû bêşdarên seminara xwe dikin."