Li Almanyayê Kurdî dibe derseke sereke

Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê ragihand ku li hinek herêmên Almanyayê di dibistanan de zimanê Kurdî jî wek zimanên din weke derseke serek were xwendin.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê Ebdulqadîr Ulumaskan got, li herêma Nordirhein-Westfalen biryar hate dayîn ku zimanê Kurdî weke derseke sereke bo xwendekaran bê pêşkêşkirin.

 

Ebdulqadîr Ulumaskan jî da zanîn ku xwendekar puanên ji dersa Kurdî werdigirin dê bandore li ser dereceya bawernameya wan jî bike û wiha got: “Zimanê Kurd li dibistanan wek derseke sereke hat qebûlkirin. Ev biryar ji bo xwendekarên Kurd ên li herêma Nordirhein-Westfalen a Almanyayê dijîn girîng e. Divê Kurd li herêmên din dijî vê daxwazê ji berpirsan bikin.”

 

Xwendkar dikarin Kurdî jî weke derseke sereke ya duyemîn û sêyemîn hilbêjerin û ji bo dersa zimanê Kurdî ve be jî pêwîstî bi daxwaza 15 xwendekaran heye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin