Endamên Tevgera Jina Azad (TJA) doh duşemê li avahiya HDPê ya Amedê bi daxuyanîyeke ragihand ku ew bo piştgirîdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera HDPê ya Colemergê, Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya sê rojî dikin Lê, polîsan berê êvarê avêt ser avahîyê û 25 jinên ku ketibûn greva birçîbûnê, desteser kirin ku di nav wan de Dayikên Aştîyê û endamên HDPê û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hene.
Li aliyekî din polîsên Tirkiyê doh êvarê bi ser avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Batmanê de girt û 27 endamên HDPê yên beşdarî çalakiyê greva birçîbûnê bibûn girtin. Hatiye aşkerekirin ku hêzên emnî yên Tirkiyê girtiyên HDPyî bo Navneda Ewlehiyê ya Batmanê veguhestine.
Polîsên Tirkiyê doh li Enqerê jî bi ser navenda HDPê de girtin û 12 kes girtin.