Li Amed û Dêrsimê xelk li dijî kuştina jinan meşiya: 'Hêrsa me mezin dibe!'

.

Li parêzgehên Amed û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê li dijî kuştin û tundûtûjiya li jinan xwepêşandan hatin kirin.

Doh danê êvarê bi pêşengiya rêxistinên jinan li Amedê jin û nûnerên partiyên siyasî li Qada Deriyê Çiyê kom bûn û heta Balikçilarbaşiyê meşiyan.

Xwepêşanderan wêneyên jinên ku di van demên dawî de hatine kuştin û winda bûne bilind kirin û ji hikûmetê û rayedaran xwest ku rê li ber tundûtûjiyan bigirin û tawanbar werin cezakirin.

“Bila êdî Rojîn winda nebin”

Di xwepêşandanê de xaltiya Rojîn Kabaîşa ku zêdetirî 10 rojan e li Wanê winda ye axivî û got, “Bila êdî Rojîn winda nebin.”

Xaltiya Rojîn Kabaîşê di axaftina xwe de anî ziman:

“Rojîna min 11 roj in winda ye, em gelekî xemgîn in.

Bila Rojîn winda nebin. Bila jin di nav tirsê de dernekevin derve.

Bila destên qirêj ên li ser jinan werin rakirin.

Nalet li wê zihniyeta mêran a ku jinan qetil dike.”

Li Dêrsimê jî li ser banga Platforma Jinan jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Kolana Hunerê kom bûn û bi bilindkirina wêne û posterên jinên hatine kuştin û winda bûne heta Qada Seyîd Riza meşiyan û wan li wir daxuyaniyek da.

Xwepêşanderan daxwaza bidawîanîna tundûtûjiya li ser jinan kir û rexne li desthilatê girtin.

“Em ne ewle ne”

Nûnera Platforma Jinan a Dêrsimê Arzu Yildizê jî li ser kuştina jinan da zanîn:

“Em careke din li kuçe û kolanên vî welatî ne, em bi hêrs in û di serhildanê de, em ne ewle ne.

Em nikarin bi azadî li kolanan bimeşin û her yek ji me di nav tirsa dê kengî navê xwe di lîsteya qurbaniyan de bibîne de dijî!

Êşa me, hêrs û serhildana me mezin dibe.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 6 rojên destpêkê yên vê mehê de 7 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li gorî amarên Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin meha borî 34 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 20 jinî jî bi guman bûye.

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Metropolê, ji sedî 76,8ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ewlehiyê jinan nîne.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir