Li Amedê 10emîn pêşangeha avahîsaziyê 2 sal piştî koronayê hat vekirin. Di pêşangehê de gelek kel û pel û makîneyên nû yên avahîsaziyê hatin pêşandan. Makîneya hûrker ku giraniya wê 65 ton, dirêjahiya wê 17 metre û bilindahiya wê jî 5 metre ye cara yekemîn hate pêşandan. Hûrkera ku patenta wê ya kurdekî amedî ye, bala gelek kesan kişand.
Li Amedê 2 sal piştî nexweşiya koronayê pêşangeha avahîsaziyê hat vekirin. Di serî de ji Amedê ji gelek bajarên cuda 63 kompanî tevli vê pêşangehê bûn. Ji mîmariya avahiyan heta peyzajê, ji tesîsata avê heta cil û bergên ewlekariya karkeran her cure kel û pelên avahîsaziyê hatin pêşandan.
Taybetiya hûrkerê ew e ku rojê dikare 2 hezar ton zinaran hûr bike, bike mijûr û ji bo çêkirina riyên bejayî amade bike. Hûrker li bajarên Kurdan cara yekemîn e ku tê çêkirin û patenta wê jî aydê kurdekî Amedî ye. Buhayê wê 300 hezar dolar e û 100 hezar dolar ji hûrkerên biyanî erzantir e.
Hilberînerê hûrkeran Alî Çelîk dibêje: “Em dibêjin hûrker an jî Konkasor. Zinarên mezin davêjî vê makîneyê. Ev makîne wê hûr dike. Hûr dibe, dibe micûr. Ev digere. Gerok e. Mesela karê te li ku be, tu dikarî van bi barhilgiran bikişînî, dema karê te safî bû, dikarî dîsa careke din vê bibî, bixî garaja xwe.
Li gorî rêveberên pêşangehê îsal eleqeyeke mezin a avahîsazan ji vê pêşangehê re hebû. Wan hûrkerê jî weke gula vê pêşangehê bijartine.
Midûrê Pêşangeha Avahîsaziyê Welat Ektîrîcî jî got: “Makîneyek li vir çêkirin. Makîneya kevirşikênandinê. Bi temamî li Amedê çêkirin. Pir kêfa me hat. Ji ber ku bi temamî li Amedê çêbû û makîneyeke mezin e, me jî ev tam kir navenda pêşangehê. Me li vir bi cih kir.”
Pêşangeh ji bo hevnaskirina karsaz, hilberîner û belenderên avahîsaziyê bû derfeteke baş. Nexasim jî ji bo hilberînerên ku ji ber şer bazara xwe ya Ukrayna û Rûsyayê bi temamî ji dest dane.
Hilberînerê mermerê Murat Sancar jî got: “Armanca me ya beşdarbûna vê pêşagehê peydakirina bazarên nû ye. Ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê hinardeya me ya wan herdu bajaran bi temamî rawestiye. Hêvî dikim şer bi temamî rawest e û hinardeya me dîsa dest pê bike.”
Pêşangeha avahîsaziyê dê heta 6'ê adarê berdewam bike. Tê çaverêkirin ku nêzî 30 hezar kes serdana vê pêşangehê bikin.
Rûdaw