Li Amedê 19 kes hatin girtin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, 19 kesên ku bi tometa endamtî û piştevanîya PKKê hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Roja 8ê Kanûna îsal li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê ve hatibû destpêkirin û di wê operasyonê de 21 kes bi tometa endamtî û alîkarîkirina PKKê hatibûn desteserkirin.

Proseya dadgehkirina wan kesan her li bajarê Amedê birêve çû. Dadgeha Amedê 2 ji wan girtîyan bi merc azad kirin û di derbarê 19 kesên din de jî biryara girtinê da.

Ji alîyekî din ve, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandîye ku di wan operasyonan de endam û rêveberên wan bi tometa endamtîya PKKê têne girtin û armanca wan operasyonan jî lawazkirina HDPê ye.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e