Hat ragahandin ku li Dîyarbekirê ji 4 hezar û 319 mamosteyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji kar hatibûn dûrxistin ji wan 2 hezar û 253 mamoste dê dîsa vegerîn karên xwe.
Li gor DHAyê piştî lêkolîn û legrîna wezaretê ya dezgeha teftîşê navên mamosteyên ku dest bi kar bikin gihaştîye destê Midûrîyeta Perwerdeyê Milî ya Dîyarbekirê û ew ê roja duşemê 28.11. 2016ê dest bi kar bikin.
Wezîrê Perwerdeya Milî ya Tirkiyê İsmet Yilmaz, di Meclisê de gotibû dê 6 hezar mamoste vegerin karên xwe.
Navên mamosteyên ku dest bi kar dikin