Navenda Nûçeyan - Ligel pêvajoya nû ya normalbûnê, li hinek cihên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê danîna maskeyê bûye neçarî. Lê dîsan jî tê dîtin ku li gelek navçeyan welatî maskeyê bikar nayînin û guhê xwe nadin dûrahîya navbera mirovan.
Li gor agahîyên hatine belavkirin, li Amedê di 6 rojên dawî de 200 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Herwiha 350 kes jî di malên xwe de hatine kerentînekirin û sedema zêdebûnê jî pêbendnebûna welatîyan a bi rênmayîyan tê pêşandan.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê heta niha 169 hezar û 218 kes bi koronayê ketine, 135 hezar û 322 kes ji wan baş bûne, 4 hezar û 669 kes baş bûne û herwiha 591 kes jî di jêr çavdêrîya hûr a pizîşkî de ne.