Li Amedê bi dehan hezar kes Newrozê pîroz dikin

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê şahiya Newrozê di bin tedbîrên emnî de destpê kir û kesên ku dixwazin bi cilûbergên Kurdî yên weke şal û şapik derbasî qada Newrozê bibin ji aliyê polîsan ve rê li ber wan tê girtin.

Rûdaw bi rûmaleke taybet şahiya Newroza li Amedê vediguheze.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma ““Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” û weke fînala Newroza Bakurê Kurdistanê tê sazkirin.

Ji bo rêzgirina qurbaniyên erdhejê dik Newrozê bi rengê reş hatiye xemilandin û peyama “Bila serê gelê me sax be” li ser hatiye nivîsandin. 

Li Amedê deriyê qada Newrozê saet 9:30 hatin vekirin xelkê bajar pêl bi pêl diherike Parka Newrozê û ji Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê ve ji 4 baskan ve piştî pişkînîna polîsan dikevin qada Newrozê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç û gelek parlamenterên HDPê beşdar dibin.

Di Newroza îsal de hunermend Mikaîl Aslan, Aryen Kom û Şerzad jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkeş bikin.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn