Li Amedê ji bo danasîna herêma çiyayê volkanîk Qerejdaxê çalakiya geşta şikeftên volkanîk û meşa ajotina bisiklêtan hat lidarxistin. Çalakîya ku di mazûvaniya parêzgerî û şaredariya Amedê de bi rê ve çû de ji Mêrdîn, Riha, Amed û bajarên dewr û beren Amedê nêzîkî 500 werzîşvanê biskilêtê beşdarbûn.
Demek berê ji bo ku herêma Qerejdaxê weke jeopark were qebûlkirin saziyên pêwendîdar ên Tirkiyê serî li Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) xistibûn.
Ev çalakiya ku li Qerejdaxê bi rê ve çû jî ji bo balkişandina UNESCO ya ji bo herêmê û danasîna herêma Qerejdaxê bû. Tê armanckirin ku Qerejdax bibe jeopark û geştiyariyek zêde li Qerejdax û dewr û berên wê çêbe.
Li Amedê di mazûvanîya şaredariya bajarê mezin û parêzgeriyê de li rêya agir ya çiyayê volkanîk Qerejdaxê geşta li şikeftên volkanîk û çalakiya ajotina biskilêtan hat lidarxistin.
Demek berê ji bo ku herêma Qerejdaxê weke jeopark were ragihand ji alîyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve serî li saziya UNESCOyê hatibû xistin û ev çalakiya ajotina biskilêtan jî di çarçoveya serlêdana UNESCOyê de ji bo danasîna Qerejdax û hawîrdora wî weke çalakiyek hevbeş ji aliyê saziyên bajarên Amed, Mêrdîn û Riha yê ve bir ê ve çû.
Parêzgerê Amedê Munîr Karaloglu dibêje” Me ji bo weke markeyek li bin markeya Mezopotamya di çarçoveya sêgoşeya zêrîn ya Mezopotamya ji bo ku herêma Qerejdaxê bibe jeopark me serî li UNESCOyê xist.”
Ji Amed û bajarên dewr û berên Amedê nêzîkê 500 werzîşvanên biskilêtan ji gundê Ovabag yê bi ser navçeya Çinara Amedê heta lûtkeya çiyayê Qerejdaxê biskilêt ajotin û li şikeftên volkanîk geşt kirin.
Sevdet Bakî jî yek ji werzîşvana biskilêtê ye û ew ji Dêrika Çiyayê Mazî ji bo çalakiyê hatiye Qerejdaxê.
Werzîşvana biskilêtê Sevdet Bakî got “Em ji Dêrîka Çiyayê Mazî tên. Em gişt pîrek in. Min pîrekên Dêrikê yên elîmîne biskilêtê hemûyan komkir û anî vir. Min got bila ew jî vir bibînin, biskilêtê bajon, ji xwe re meşê bikin. Qerejdaxê bibînin, şikefta bibînin. Em kêfxweş in, ajotina biskilêtê azadiya pîreka ye, ajotina biskilêtê azadiya jinên Dêrika Çiyayê Mazî ye.”
Heke herêma qerejdaxê weke jeopark ji aliyê UNESCOyê ve were qebûlkirin geştiyariya herêma li Qerejdaxê yê zêdetir bibe.
Werzîşvanê bisiklêtê Mihemed Aslan dibêje “Em 17 werzîşvan ji Rihayê hatin. Ev der cîhê teqînê yê volkanîk e. Armanca me jî ew e ku ev der weke mîrateyek cîhanî ji aliyê UNESCOyê ve were qebûlkirin, em jî hatin ku palpîştiya vê projeyê bikin.”
Şêniyê Qerejdaxê Ebdûllah Tûtan got “Ji bo vir re baş e. Bila geştiyar hebin, bila veberhênan li vir çêbibin û evder xwe be.”
Şênîyê Qerejdaxê Mihemed Sedîd Çelebî dibêje “Ev karek xweş e. Ji me re rind e. Mesela ev qad were çêkirin dê fêyde bigihîje me jî.”
Werzîşvana Bisiklête Dîlek Dîrek dibêje “Ji bo ajotina biskilêtê me rêya Qerejdaxê bikar anî. Em gelek kêf xweş bûn. Gelek bi coş û xweş bû.”
Werzîşvana bisiklêtê Dîcle Bextîyar got “Em dixwazin ev herêm bikeve lîsteya Unesco.Ji bo danasîna vê heremê ev girîng e.Lewra ev herêm xwedî erdnîgarîyek hêja ye.”
Werzîşvana bisiklêtê Gulbahar Arslan dibêje “Ev sê sal in ez biskilêt dajom. Çalakiya me pir xweş e. Jin mêr ferq tune ye. Ji xwe biskilêt azadî ye.”
Li gor jeologan çiyayê volkanîk ê Qerejdaxê 10 milyon sal beriya niha carek, milyonek û 900 hezar sal beriya niha cara duyem û 50 hezar sal beriya niha jî cara sêyem teqiyaye û çiyayê ku di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de cîh digre li dev û dorên xwe bûye sedema mîmarî û sosyolojiyek taybet.