Navenda Nûçeyan- Li Amedê cihek nû bi navê "Wêjegeh Amed" vedibe. Cih ji alîyê Weşanên Lîsê ve tê amadekirin. Di nav avahîyê de qatek wekî cafe, yek ji bo weşanxaneyê û qatek jî ji bo çalakîyên çandî hatîye amadekirin.
Wêjegeh Amed êvara 7'ê vê mehê saet 6'an de bi kokteylek tê vekirin.
Li gor daxuyanîyê piştî vekirinê dê rojên 8 û 9'ê mehê çalakîyên yekem li dar bikevin.
Navnîşana Wêjegeh Amedê ev e: Diclekent Mahallesi, Diclekent Villalari, 251. Sok. No: 44 Kayapinar, Amed
Dîyarname