Li Amedê ciwanên ji ber sirûda Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 11 ciwanên ji ber sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Roja yekşemê li Stadyûma Amedê tîmên Amedspor û Denîzlîsporê hatin hemberî hev û Amedspor 2-0 bi ser ket.

Berî ku lîstik dest pê bike sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hat xwendin.

Polîsan bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser xwe 11 alîgirên Amedsporê desteser kirin.

Polîsan ew 11 ciwanên Kurd birin Navenda Polîsan a Alîşanê.

Ciwan piştî ku şevekê li navenda polîsan hatin girtin, doh şandin Dadgeha Amedê.

Dadgehê 11 ciwan bi şertê kontrola edlî berdan.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e