Li navçeya Licê ya bi ser Amedê ve li daristanan darên berû û mazî ji ber sedemek ne diyar şewat derket. Şewata ku di 17ê vê mehê de derketibû di roja duyem de hat kontrolkirin lê di du rojan de zêdetirî 250 donim daristan şewitî.
Li gorî pisporan şewat ji pûş palaşê hişk yê nav daristanê derketîye û bi bayê re belav bûye. Qaymeqamtiya Licê ragihand ku tu zirar û ziyanek canî nîn e û tevî ku agir hatiye temirandin jî tîmên agirkujîyê li nav daristanê dîfçûn dikin ji bo ku bi bayê re agir carek din hêl nebe.
Şewata ku ji sedemek ne dîyar di 17ê vê mehê de derketibû di roja duyem de bi hewla 250 tîmên agirkujîyê yê Amed û çendîn navçeyên Amedê hat kontrolkirin.
Rêvebirê Daristanên Amedê Davut Ayzît got “Bi giranî daristanên me darên berû ne. Sedema mezin gîhayên hişk in, nexwe dara berû zû bi zû naşewite û pirsgirêkek mezin tine bû. Lê ji ber bayê şewat berbelav bû.”
Li gorî zanyarîyên rêvebiriya Licê du şêniyên navçê ku di destpêka şewatê de li daristanê asê mabû bi silametî hatine rizgarkirin û çend malen gundê nêzîkî daristanê di bin metirsiyê de bûn hatine valakirin û cîhê kêfxweşîyê ye ku zirar û zîyanek canî pêk nehatîye.