Li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş ê bi navê Nevzat Çapkin ku li nexweşxaneyeke taybet a Amedê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Nevzat Çapkin ji nexweşxaneyê birin gundê wî Hacîreşê yê navçeya Faqînê û li goristana gund bi axê ve spartin.
Çapkin ê ku ji ber doza PKKê 36 sal ceza xwaribû, piştî 29 salan 8 meh berê ji ber nexweşiya wî ya giran ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîkduzuyê ya Trabzonê hatibû tehliyekirin.
Wêne: Ferhat Parlak