Li Amedê, li 180 navendên rehabîlîtasyonê zarokên otîstîk têne perwerdekirin. Di heman demê de hejmareke zêde navendên hikûmî jî hene ku ew jî zarokên otîstîk perwerde û rehabîlîte dikin.
Parêzgeha Amedê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di warê perwerdekirina zarokên otîstîk de yek ji parêzgehên herî baş e.
Rêjeya zarokên otîstîk zede dibe
Li gorî ku pispor dibêjin, li Amedê û bajarên din jî rêjeya zarokên otîstîk zede dibe.
Li Amedê 180 navendên rehabîlîtasyonê hene û zarokên otîstîk li wan navendan tên perwerdekirin.
Pispor dibêjin ku "strês û zehmetiyên di dema ducaniya dayikan de, şêwaza xwedîkirina zarokan, xwarin û vexwarina wan û demborandina wan li gel alavên teknolojîk" dibin sedem ku zarok otîstîk bin.
Li gorî pisporan take çareseriya otîzmê jî teşxîsa zû û perwerdeya berdewam e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 387 hezar û 580 kesên otîstîk hene.
434 hezar û 10 zarok û ciwanên otîzm bi perwerdeya taybet hatine asta çûyîna dibistanê û niha li dibistanên seretayî, lîse û zaningehan perwerdeya xwe didomînin.
"Teşxîsa zûtir ji bo pêşveçûna zarokan baş e"
Perwerdekarê Otîzmê Suleyman Bîrtane got:
Teşxîsa zûtir ji bo pêşveçûna wî zarokî jî ji bo malbatan jî gelekî baş e çimkî zarok çiqasî zû dest bi perwerdê bike û malbat jî xwe li gorî rewşa heyî veguhêze, pêvajoya perwerdeyê ewqasî kêm dibe û serkeftîtir dibe.
Em bi wan re wextên xweş derbas dikin. Bi hinekan re waneyên xwe çêdikin, bi hinekan re dilîzin. Em seansên xwe bi wî awayî bi dawî tînin.”
Serê 50 zarokî 1 bi otîzmê ye
Li gorî zanyariyên lêkolînên dawî, li cîhanê ji her 50 zarokên tên dinyayê yek ji wan otîzm e û rêjeya keçên bi otîzmê ji ya kurên bi otîzmê zêdetir e.
Pispor dibêjin tenduristî hîn jî nehatîye wê astê ku otîzm di zikê dayîka xwe were teşxîskirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hejmara otîzmiyan sal bi sal zêdetir dibe û barê mezin jî dikeve ser pişta dê û bavan.
Dayîka zarokekî bi otîzmê Meryem Îpekê got:
“Mesela destên xwe dileqandin û diqêriya, min ji van hereketan ferq kir ku otîzm e. Eger ev hereket bi zarokan re hebin ew otîzm in. Mesela ji ber ku xwe baş îfade nakin gelekî digirîn û xwe li erde dixin û digevizînin.
Zehmetiyan wan pir in. Gelekî digirî divê her tişt wek wî be. Ku wek wî nebe digirî. Eger birçî bû divê tu derhal xwarina wî bidiyê, eger deqeyek bi ser xwarina wî bikeve nan naxwe."
Sedema otîzmê ji sedî 100 nayê zanîn lê pispor dibêjin eger bi zarokên we re haletên otîzmê hebin di dema herî zû de wan bibin cem psîkiyatrîstan.
RÛDAW