Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû  

.

Li Amedê, piştî otobusên şaredariyê mînîbûsan jî heqê rê ji sed 25 zem kirin. Bi zemê re heqê rêya bi mînîbusan ji 2 TL’yan derket 2 TL 50 qurişan. 

Li Amedê, piştî zema heqê rêya otobusên şaredariyê, heqê rêya mînîbusan jî zem bû. Bi zemê re heqê rêya bi mînîbusan ji 2 TL’yan derket 2 TL 50 qurişan. Heqê rêya daketî jî ji 1 TL 50 qurişan derket 1 TL 75 qurişan. 

Zema ku hat kirin ji çapameniyê re nehat ragihandin bi awayekî veşarî hat kirin. Îro serê sibehê dema rêwî li mînîbusan siwar bûn bi zemê hesiyan. Li bajar li dijî zemê bertek hene. 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir