Navenda Nûçeyan - Heta li Tirkîyeyê ji bo vîrusa koronayê rewşa qedexe û tevdîrên din dom dikirin li bajarên kurdan jî rewş normal bû, lê piştî ku qedexe rabû, "rewşa normal" dest pê kir di serî de li bajarên kurdan li gelek cihan bûyerên vîrusa koronayê zêdetir hatin dîtin. Bi taybetî li Amed û hin bajarên din ên kurdan bûyerên vîrusê zêdetir bûne. Li ser vê yekê îro Odeya Tabîban, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Hekimên Diranan, Baroya Amedê, Platformên KESK'ê, sazîyên pîşe û karsazên Amedê jî di nav de 27 sazîyan daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de wisa hat gotin: "Li ser pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê tu agahî di destên me de nîn in. Em bi vîrusek ku bilez belav dibe, derzîya wê nîn e û dermankirina wê jî nîn e re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê ji bo mirovan tevdîrgirtin gelek muhîm e û ew qas jî lazim e. Ligel hemû tevdîrên hatine girtin jî li bajarê me her roj bûyerên vê vîrusê zêdetir dibin. Ger bi vî awayî hejmara bûyerên ji vê vîrusê zêde bibin dê encamên nexweş dertên holê, bingeha tenduristîya bajêr têk here."
Di daxuyanîyê de sazîyen xwest ku bila her kes hay ji paqijî hebe, beşdarî hatine hev a giştî (şînxane, dawet, nîşan, mewlûd) nebe, ger ne mecbûr be dernekeve derve, ji mirovan dûr bisekine, li cihên ji mecbûrî derkeve devre jî bila dev û pozên xwe bi maske bigire, navbera xwe û kesên din fireh bigire (herî hindik 2 metre)..