li Amedê Panelek li dor Romanivîs Mehmet Uzun Tê Lidarxistin

Yekitîya Pizîşkên Tirkîyê, bi navê "7 Bajar 7 Matîne" li ser nivîskarên navdar û wêjeya wan gotûbêjan lidardixin.

Navenda Nûçeyan- Yekitîya Pizîşkên Tirkîyê, bi navê "7 Bajar 7 Matîne" li ser nivîskarên navdar û wêjeya wan gotûbêjan lidardixin.

Hevdîtina li Amedê jî li ser romanûsê Kurd Mehmet Uzun bû.

Mêvanên panelê Doktor Mehmet Avcikiran, nivîksar Selîm Temo, helbestvan Roza Metîna bû û li ser roman û xizmetên Mehmet Uzun gotar pêşkêş kirin.

Selîm Temo ji bo Dengê Amerîka behsa girîngîya Mehmet Uzun dike û dibêje " Mehmet Uzun bi heft romanên xwe, bi pexşan û antolojîyên xwe ji bo wêjeya nûjen a Kurdî bingehek ava kir."

ji bo guhdarîkirina vê nûçeyê bitikînin

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!