Li Amedê pevçûn: Kesek hat kuştin!

Derbarê bûyerê de 3 kes hatin desteserkirin


Derbarê bûyerê de 3 kes hatin desteserkirin


Li navçeya Razan a Ameda Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de duhî şevê pevçûna çekdarî derket û di ecamê de kesekî canê xwe ji dest da.
 
Li gorî agahiyên berdest li navçeya Razan a Amedê, li bazar fêkî û sebzeyan, di nava 2 koman de ji ber lihevnekirina erd nîqaş derket. Niqaş dûv re veguehrî pevçûnê û herdu koman bi çekan li hev teqe kirin.
 
Di encama êrişa bi çekan de M.A birîndar bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet, taybet lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.
 
Di lêgerîna cihê bûyerê de keleşkofek û tivingeke bi pompe hatin destbisergitin.
 
Derbarê pevçûnê de Ş.E, N.E. û M.S.B. hatin desteserkirin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye